Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li merasima rêzgirtinê ku wezareta karên derve jibo goryên terorîzmê li dar xistibû got: Iraqê karî ji Tecrîdê rizgar bibe û niha em hêvî dikin em bikarbin ji hemî krîzan derbas bibin.
Iraq ne welatek e ku terorîstan bişîne welatên din belkî bixwe goriyê terorîzmekê ye ku ji nêzîkî 100 welatên cîhanê derbasî nav Iarqê bûne.
Wî diyar kir: Eva durust nîne ku her welatê ku me xwest terorîst bi anv bikin em bixwe goriyê terorîzmê ne û me li riya rawestana li ber terorîzmê xwîna xwe rojandiye.
Terorîst jibo berfirehkirina kuştinê ketien nav Iraqê û lê em gelekî bi şaristaniyet in û welatên din rehet wek terorîst bi anv nakin.
Ceferî diyar kir: Iarq îro rojê tevî rewşa xirab ku heye jiyana xwe didomîne û hemî gelê cîhanê baş dizanin ku welatê me rêveberiya şerekî biçarenivîs û cîhanî li dijî terorîzmê dike ku li sedsala 21an bi êrişa ser Waşengton û Niyoyorkê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)