ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên dreve yê Rûsiyê: Îran û Hizbullah li navçê li hember terorîzmê radiweste

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, rol û kiryara Îranê li warê rawestana li hember terorîzmê li navçê kêrhatî da zanîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Sergeyî Lavrov wezîrê karên derev yê Rûsiyê li hevpeyvîna  bi kovara  emerîkî ya  National Interestê got : Komara Îslamî ya Îranê li navçê li hember terorîzmê radiweste û ev nihêrîna  tim didome.

Lavrov diyar kir: Îran ji aktorên bibandor li navçê ye û bi Rûsiyê re  li warê rawestana li ber terorîstan hevkariya nêzîk heye.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha  destnîşan kir:  Li halekeê ku  hin welatên navçê û koşka Sipî eşkere  piştgiriyê didin terorîzmê, Hizbullaha Lubnanê jî jibo rawestana li hember terorîstan hewl dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu