Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, rol û kiryara Îranê li warê rawestana li hember terorîzmê li navçê kêrhatî da zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Sergeyî Lavrov wezîrê karên derev yê Rûsiyê li hevpeyvîna bi kovara emerîkî ya National Interestê got : Komara Îslamî ya Îranê li navçê li hember terorîzmê radiweste û ev nihêrîna tim didome.
Lavrov diyar kir: Îran ji aktorên bibandor li navçê ye û bi Rûsiyê re li warê rawestana li ber terorîstan hevkariya nêzîk heye.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha destnîşan kir: Li halekeê ku hin welatên navçê û koşka Sipî eşkere piştgiriyê didin terorîzmê, Hizbullaha Lubnanê jî jibo rawestana li hember terorîstan hewl dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)