EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Koçberan ê Efxanistanê qedirzaniya netewê Îranê kir

Wezîrê Koçberan ê Efxanistanê Husên Alimî Belxî şeva borî di rûpela xwe ya Twitterê deqedirzanî û sipasiya netewê Îranê kir ji ber ku piştgiriya koçberên Efxan kirin.

Li gor IRNA, Husên Alimî Belxî bal kişand ser pêwendî û têkeliyên baş û kevn navbera du dewlet û netewên Îran û Efxanistanê li mijarên curbicur û got:Şiroveya alîkarê siyasî yê wezîrê derve yê Îranê Ebsa Iraqê li bara koçberên Efxan di nav Îranê de qebû dike û Kabulê li vê barê de ti endîşe û fukareke xwe tine.

Iraqçî roja şemê li gotinekê diyar kir ku gotinên wî yên derheq koçber Efxan baş û rast fem nekirine û mebesta wî qet derxistina koçberên Efxan ji nav Îranê nîne, lê kesên ku pirsgirêk û rewşa xirab li Efxanistanê çêkirine divê berpirsatiya xwe li vê barê de qebûl bikin.

Iraqçî got mebesta wî welatên rojavayê û yên Ewropayê ne ku rewşa xirab li Efxanistanê çêkirine divê ew berpirsatiya xwe derheq Efxanistanê cih bînin.

Alîkarê siyasî yê wezîrê derve yê Îranê got: Sebebkarê pirsgirêk û derbiderbûna xelkê Efxan berî her kesî ew welatan in ku komên terorîst li Efxanistanê çêkirine û xelkê efxan derbider kirine .

Iraqçî got: Eva 40 sal in îranî bûne mêvandarê xweşk û birayên xwe yên Efxan, lê amerîkî û rojavayî ku pirsgirêk ji xelkê Efxan re çê kirine divê qayil nebin ku Îran bi tenê barê xercên vê meselê bigire ustiyê xwe.

Ev gotinên Iraqçî di nav medya Efxanistanê deng da û rayedarên vî welatî derheq vê yekê razîbûna xwe diyar kirin. 

Başa dön tuşu