ÎranNûçeRojhilatanavin

Ahmed Xatemî: Ger Amerîka êrîş bike ser Îranê, em jî dê êrîşî Îsraîlê bikin

Meleyekî girîng ê Îranî ku nêzîkî rêberê olî yê Seyyid Îmam Elî Xamineyî ye, duh Çarşemê hişyarî da Washingtonê ku ger Amerîka êrîş bibe ser Îranê, ew jî dê êrîşî Îsraîlê bikin.

Mele Ahmed Xatemî di nimêja îdê de li Tehranê got ku nedibû wan pêşnîyara hevdîtinê ya Serokê Amerîka Donald Trump qebûl bikira, ji ber ku ew merc datîne ku Îran dest ji programa xwe ya atomî û bandora xwe li herêmê berde.

Xatemî got: “Şerê Îranê wê berdelên pir giran ji Amerîka re bîne. Ew dizanin ku ger zarareke biçûk jî bidin vî welatî û vê dewletê, emê hevalbendê serekî yê Amerîkayê li herêmê, rejîma sîyonîst ya Îsraîlê bikin armanc.”

Başa dön tuşu