NûçeFilistînRojhilatanavin

HAMAS: Azadkirina êxsîrên filistînî yek ji ewlewîyetên Tevgera HAMAS’ê ye

Endamekî Polîteborîya Tevgera HAMAS’ê got: Meseleya êxsîrên filistînî û azadkirina wan ji zîndanên Rêjîma Sîyonîst yek ji ewlewîyetên vê tevgerê yên herî girîng ji dema avakirina wê va ye.

Endamê Polîteborîya Tevgera HAMAS’ê, Mehmûd Zehhar got: Em ê êxsîrên filistînî yên di zîndanên dagirkerên sîyonîst da tenê nehêlin; azadkirina her êxsîrekî filistînî ji zîndanên dagirkerên Qudsê destkevteke mezin e û em ê ji bo azadkirina wan di duyemîn lihevkirina birûmet a azadîyê da hewil bidin.

Vî rayedarê Tevgera HAMAS’ê got: Tişta ku li rexê rojavayê çemê Urdinê diqewime, ew tişta ye ku li Zîvala Xezeyê berî derxistina dagirkeran qewimî.

Zehhar herwiha got: Dagirkerên sîyonîst dê ji rexê rojavayê çemê Urdinê bên derxsitin, çawan ku ew ji Zîvala Xezeyê paşda vekişîyan.

Li gorî amara çavkanîyên filistînî, nêzî 4 hezar û 500 êxsîrên filistînî di zîndanên Rêjîma Sîyonîst da ne.

Başa dön tuşu