AborîNûçeRojhilatanavin

Endamên OPECê biryara petrolê da

Endamên OPECê biryar da ku hilberandina rojane ya petrolê ku niha 33.24 bermîl e, bikin 33.5 bermîl.

Serokê vê Serdemê ya Welatên Hinardekerê Petrolê (OPEC)ê Mihemed Bin Salih El-Sade agahî li ser civîna Cezayirê ya endamên rêxistina navborî dan.

Sadeyê ku di heman demê de Wezîrê Pişesazî û Enerjiyê yê Qeterê ye, diyar kir ku komîteyek pyaebilind dê bê damizrandin ta ku asta hilberandina petrolê bişopîne.

Serokê OPECê wiha dewam kir: “Welatên endam li hev kir ku hilberandina rojane ya petrolê ku niha 33.24 bermîl e, bikin 33.5 bermîl. Îran, Lîbya û Nîjerya ji ber mercên wan ên heyî dê ne di pabendî vê rêkeftinê bin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu