NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê mal û avahiyan a Rejîma Siyonîst li helwêsteke aşkera dijî Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê, xwest ku ew were terorkirin

Li gorî rapora rojnama îsraîlî ya Jerusalem Post`ê, Yûaf Galant, wezîrê mal û avahiyan ê  Îsraîlê, roja sêşemiyê li civîna çekan a li Qudsa Dagirbûyî, bi mihanekirina îdiaya Amerîkayê li ser siyaset û kiryarên Bişar Esed li hemberî xelkê Sûriyê got: Dema jinavbirina serokomarê Sûriyê gihîştiye.

Duh duşemiyê, Stewart Jones, birêvebirê karûbarên Rojhilata Nêzîk a wezareta karên derve ya Amerîkayê îdia kir: Dewleta Sûriyê bi hezaran welatiyên sûrî girtine û ew kuştine.

Dewleta Sûriyê îdiayên Stewart Jones red kirin û ew bê bingeh û bona pînekirina piştgirya welatên rojavayê ji terorîstan da zanîn.

Berpirsên amerîkî li halekê van sûcdarkirina dijî dewleta Sûriyê têxe rojevê ku biryar e Stêfan De Mîstora, şandiyê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên Sûriyê, sibê çarşemiyê, dewreka nû ya gotûbêjên Cenevreyê bona çareseriya qeyrana Sûriyê bi beşdariya nûnerê dewleta Sûriyê û dijberan dê dest pê bike.

Komên çekdar û terorîst bi piştgîriya welatên rojavayî û hin welatên navçê yên wek Tirkiyê û hin welatên erebî li navçê, ji şeş salan beriya niha va şerrekî giran dijî dewlet û xelkê Sûriyê dest pê kirine ku hîn berdewam e.

Ev şerra bi armanca roxandina dewleta Bişar Esed, dest pê bû, lê jibilî jinavçûna binavahiyên Sûriyê, awarekirin û kuştina bi hezaran xelkê Sûriyê, tu encameka wê tunebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu