AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê nifta Umanê çû nîşangeha pêşeya nifta Îranê

Wezîrê nifta Umanê dema serdana nîşangeha pêşeya nifta Îranê got: Ji ber şiyanên Îranê li pêşeya niftê matmayî maye.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya wezareta nift û enerjiya Îranê (ŞANA), Mihemed kurê Hemed Remhî, wezîrê nifta Umanê, li rex 21`emîn nşangeha navnetewî ya nift, gaz û pêtroşîmiya Îranê li bajarê Têhranê her wiha got: Dema serdana nîşangeha pêşeya niftê, ji ber berfiretiya şiyanên pêşeya nifta Îranê matmayî bûye.

Li gorî vê raporê, wezîrê nifta Umanê her wiha bal kişande ser amadebûna şîrketeke Koreyî jibo pişkdariya li proja çêkirina boriya veguhestina gaza Îranê bo Umanê û got: Li hevdîtina tev Bîjen Namdar-Zengene, wezîrê nifta Îranê yê di vî warî da gotûbêjê bike.

Bîst u yekemîn nîşangeha navnetewî ya nift, gaz û pêtroşîmiyê bi pişkdariya 1900 kompaniyên Komara Islamiya Îranê û 38 welatên cîhanê duh li ciyê dayimî yê nîşangehên navnetewî yên Têhranê destpê bû û yê roja yekşem 8`ê Gulanê jî kuta bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu