IraqNûçeRojhilatanavin

Opêrasiyona berfireh a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê bi ser neket û di encamê da 100 çete hatin kuştin

Têrorîstên DAIŞ`ê ji sibeha îro va opêrasiyoneke berfire ji bo şikandina dorpêça bajarê Til Eferê her wiha vekirina sînorê Iraqê û Sûriyê dest pê kirin ku bi berxwedana giran a hêzên Heşdê Şeibî ev opêrasiyon bi tamî têk çû.

Rayedarekî ewlehiyê got ku di encama berxwedana hêzên Heşdê şeibî 100 çete hatine kuştin ku 20 kes ji wan ji fermandaran bûne. Li vê pevçûnê ku zêde ji pênc saetan domand bi dehan erebeyên DAIŞ`ê jî ji nav çûn.

Hêzên Heşdê Şeibî bi hevahegngiya digel hêza hewayiya artêşa Iraqê 14 erebeyên bombekirî û du firokeyên bêfirokevan ên DAIŞ`ê jî ji nav birin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu