AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê niftê yê Îranê got: Hilberandina Îranê ji meydana gazî ya hevpar a Parsa Başûr heta mehên tê da wê dubertanber bibe

Bîjen Namdar Zengine wezîrê niftê yê Îranê roja pêncşemiyê li rêûrisma behrewergirtina hevdem ji pênc rawestgehên xurtkirina guvaşa gazê li Kaşanê (li navenda Îranê) her wiha got: Yazdeh fazên meydana gazî ya hevpar a Parsa Başûr dê heta çend mehên tê da bikevin dewrê da ku hilberandina rojane ya Îranê ji vê meydana gazî ya hevpar digel Qeterê bigihêje duberanberî.

Zengine got: Asta hilberandina gaza xwezayî ji meydana hevpar a gazî ya Parsa Başûr derdora 300 miliyon mêtra kûp zêde bûye.

Wezîrê niftê yê Îranê got: Zêdebûna duberanberî ya hilberandina gazê ji meydana gazî ya Parsa Başûr bi xebat, têkoşîn û sermayedanîna zêde hatiye bidestxistin.

Pênc rawestgehên xurtkirina guvaşa xetê heştem ê seranserî yê Îranê roja pêncşemiyê bi amadebûna Ishaq Cehangîrî cîgirê yekem ê serokomêr, wezîrê niftê û birêvebirê Kompaniya Neteweyiya Nifta Îranê, li Kaşanê hevdem karê xwe dest pê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu