IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê niftê yê Iraqê: Bexda dijberê her cure boykota Îranê ye

Wezîrê niftê yê Iraqê li hevdîtina balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê destnîşan kir: Iraq dijberê her cure boykota yekalî ya Emerîkayê li dijî Îranê ye.

 Li gorî rapora IRNAyê, Samir  El- Xezban, wezîrê niftê yê Iraqê roja  çarşemiyê li hevdîtina Îrec Mescidî balyozê Îranê li Bexdayê bal kişand ser vê yekê ku  gelê Iraqê bi salan ji ber boykotê asteng bûne û got: Boykot dibin sedem gelek pirsgirêk ji xelkê re pêk werin.

El-Xezban her wiha bal kişand  ser peywedniyên  baş ên  Îran û Iraqê li pişkên curbicur  û destnîşan kir: Bexda daxwaza berfirehkirina peywendiyên  her du welatan li hemî waran bi taybet pişka enerjiyê dike.

Mescidî jî bijartina Xezban wekî wezîrê nû yê petrola Iraqê pîroz kir û amadetiya balyozxana  Îranê li Bexdayê bona pêkanîna rewşê bo berfirehkirina   giştalî ya  peywendiyan bi Iraqê bi taybet li pişka  nift û enerjiyê raghand.

Başa dön tuşu