IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê niftê yê Iraqê: Boykotên Emerîkayê bandorê ser danûsitandina niftê tev Îranê nake

Cebar El-Leîbî wezîrê niftê yê Iraqê raghand: Boykotên Emerîkayê li dijî Îranê ti bandorekê ser hevhatina navbera Têhran û Bexdayê li warê danûstandina niftê nake.

 Li gorî rapora  IRNA` yê, Cebar  El-Leîbî, roja înê  li kêleka  civîna  wezîrên Rêxistina  OPEC`ê li Viyenayê li hevpeyvîna  bi nûçegîhanan  bal kişand ser vê yekê ku boykotên Emerîkayê li dijî Îranê dê bandorê ser danûstandina niftê tev  Îranê tinebe û got: Nifta xav  ku ji Iraqê bo Îranê tê şandin, wek buhaya cereyanê ye ku ji Îranê tê wergritn.

Îran û Iraqê par bi îmzekirina  peymana Suapê li bara guhestina  nifta xav a Kerkûkê li bakurê Iraqê bo palîngehên  Îran û radestkirina  niftê ji aliyê Îranê bo vî welatî li kendava Farsê li hev kirin.

Başa dön tuşu