Cebar El-Leîbî wezîrê niftê yê Iraqê raghand: Boykotên Emerîkayê li dijî Îranê ti bandorekê ser hevhatina navbera Têhran û Bexdayê li warê danûstandina niftê nake.
Li gorî rapora IRNA` yê, Cebar El-Leîbî, roja înê li kêleka civîna wezîrên Rêxistina OPEC`ê li Viyenayê li hevpeyvîna bi nûçegîhanan bal kişand ser vê yekê ku boykotên Emerîkayê li dijî Îranê dê bandorê ser danûstandina niftê tev Îranê tinebe û got: Nifta xav ku ji Iraqê bo Îranê tê şandin, wek buhaya cereyanê ye ku ji Îranê tê wergritn.
Îran û Iraqê par bi îmzekirina peymana Suapê li bara guhestina nifta xav a Kerkûkê li bakurê Iraqê bo palîngehên Îran û radestkirina niftê ji aliyê Îranê bo vî welatî li kendava Farsê li hev kirin.