IraqNûçeRojhilatanavin

Serkirdeyên DAIŞ`ê ji Iraqê revîne

Wezîrê berevaniya Iraqê ji revîna serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji nav bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê xeber da.

Xalid Ubêydî wezîrê berevaniya Iraqê li gotûbêja xwe ya tev televîzyona dewletê ya vî welatî got: Li bereberê xweamadekirina artêşa Iraqê jibo azadkirina bajarê Mûsilê, gelek ji serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji nav Mûsilê ber bi Sûriyê direvin.

Xalid Ubêydî herwisa bal kişande ser amadebûna artêşa Iraqê bona êrişa ser terorîstan li Mûsilê û nîgeraniya xwe ji hebûna xelkê sivîl li nav vî bajarî daye diyarkirin û got: Pirsgirêka sereke li vê navberê çawaniya parstina canê nîzikî 2 milyon xelkê awareye ku piştî êrişa ser Mûsilê dê ji nav vî bajarî birevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu