ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê parastinê yê Îranê: Pergala S-300`ê bi tamî digihêje Îranê

Wezîrê parastin û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê her viha got: Heta meha din pergala parastina mûşekî ya S-300`ê Rûsiyê bi tamî digihêje Îranê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê nasyar bi ISAN`yê, serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan, wezîrê parastin û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê îro anku şemiyê li civîneke çapemeniyê bi minasiba hatina roja pêşeya parastinê li bersiva pirsekê li bara dema kamilbûna pêvajoya veguhestina vê pergala parastinê, her viha got: Beşa sereke ya S-300`ê gihîştiye Îranê û beşa din li halê barkirin û veguehstinê ye.

Serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan tevî pêgiriya li ser viya ku kedkarên leşkerî yên Îranê hîndekariyên pêwsît ji bo xwedankirin û bikaranîna vê pergala parastina mûşekî wergirtine, got: Li bara ciyê danîna vê pergala mûşekî li gorî gefên ku li dijî ciyên hestiyan ên Îranê hene, wê biryar were dayîn.

Wezîrê parastinê yê Îranê li bara asta hevkariyên Îran û Rûsiyê jî her viha got: Li dewra teze ya hevkariyên Îran û Rûsiyê ji bo têkoşîna li hemberî nearamî û bêewlehîtiyê li navçeyê û bidestxasitina aştî û ewlehiyê li asta navçeyî û kokbirkirna têror û têrorîsmê li navçeyê stratijîk e.

Serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan amaje bi hizûra firokeyên şêrr ên ûrisan li rojavaya Îranê û bikaranîna ûrisan a imkanên navendên hewayî yên Îranê kir û got: Tişta ku roja îro li warê wergirtina firokeyên ûrisan pêk tê, li çarçoveya hevkariyên duyalî yên Îran û Rûsiyê ji bo êrîşa li ser tevgerên têrorîst li Sûriyê û li ser daxwaza dewleta vî welatî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu