IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê parastinê yê Iraqê hat wêdadayîn

Têlêvîziyona Iraqê qala wêdadayîna Xalid Umeydiyê berevaniyê yê vî welatî kir.

Li gorî rapora têlêvîziyona Iraqê, nûnerên parlimana vî welatî roja pêncşemiyê di dema dengwergirtina li bara diyarkirina rewşa Xalid Ubeydî, pêbaweriya xwe bi wî ra neranîn û bi vî rengî wezîrê parastinê yê Iraqê ji postra xwe wêda danîn.

Li ser esasa rapora navenda nûçeyan a Mûsûe Iraqiyê, 142 kes ji nûneran dengê xwe dan jêstandina pêbaweriyê ji Xalid Ubeydî, li halê ku 102 kesan kli dijî vê yekê sekinîn.

Parlimana Iraqê roja 1`ê Tebaxa 2016`an bi bersivên Xalid Ubeydî li civîna pirs û bersivê qani nebû.

Wêdadayîna Xalid Ubeydî di rewşekê da ye ku hêzên artêş û seferberiya gelanî yên vî welatî li halê şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu