IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Parastinê yê Iraqê: Tenê ji sedî 7ê axa Iraqê di destê DAIŞê de maye

Şer û pevçûnên li rojavayê bajarê Mûsilê berdewam dikin. Li gorî zanyariyên fermandarên leşkerî yên ji Firqeya 9 ya Zirxî  ya Artêşa Iraqê,  balefirên şer 5 navendên DAIŞê yên li navçeya Hermat bombebaran kirine.

Li gorî agahiyên li ser Rûdawê hatine belavkirin Berdevkê Wezareta Parastinê Iraqê Yehya Resûl destnîşan kiriye ku tenê ji sedî 7ê axa Iraqê di destê terorîstên DAIŞê de maye.

Yehya Resûl di dewama axaftina xwe de diyar dike ku çend navçeyên Mûsila Kevin mane û çend tax mane lê ew jî dorpêçkirî ne û wiha pê de çû: ” Ev tax bi awayekî rasterast û ne rasterast di bin agirê hêzên me de ne û ew tevahiya aliyan ve dorpêçkirî ne. Heya niha me nêzîkî ji sedî 70ê yê rojavayê bajarê Mûsilê rizgar kiriye. Bi tenê ji sedî 30 maye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu