Wezîrê berevaniyê yê Yemenê ragihand ku welatê wî ji bo şerekî berfireh ligel hevpeymaniya bi pêşengiya Erebistana Siûdî amade ye û hişyarî da welatên êrîşkar ku eger şer berdewam bikin dê li hember şiyanên pêşketî yên hêzên çekdar ên Yemenê matmayî bimînin.Li gorî medyaya Yemenê, Serleşker Mihemed El-Atîfî îro Duşemê li hevdîtina bi serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê Mehdî El-Meşat re ev gotin anî ziman.El-Etîfî got: “Hêzên çekdar ên Yemenê amade ne ku bersivê bidin binpêkirina agirbestê ji aliyê hevpeymaniya siûdî [bi rêya NY) yan jî bi hevpeymaniyê re şerekî berfireh bikin ji bo azadkirina her bostekê ji axa welêt.”
Wezîrê Parastinê yê Yemenê: Ger koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî nekaribe agirbestê bidomîne, Yemen dê dijminan têk bibe.
