ErebîstanLubnanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Siûdî Amerîka Samîr el Sabhan bi fermana siyonîzmê Hîzbullaha Libnanê sûcdar kir

Wezîrê Karên Kendavê yê Erebistana Siûdî Samîr el Sabhan diyar kir ku ji ber tevgerên Hîzbûllahê yên li dijî Erebistanê, Libnanê wek welatê ku şer ragihandiye dibinin.

Wezîrê siûdî destnîşan kir ku hikûmeta Libnanê ji tevgerên Hîzbûllahê yên li dijî Erebistana Siûdî haydar e û ji ber tevgerên Hîzbûllahê yên li dijî Erebistanê dê Libnanê wek welatê ku şer ragihandiye bibinin.

El Sabhan da zanîn ku Hîzbûllahê, ji hemû êrişên li dijî Erebistana Siûdî berpirsyar in û rêxistinê bi berwerdehiya terorî bo ciwanan û qaçaxiya tiryakê sucdar kir.

Wezîr diyar kir ku hêvî dikin hikûmeta Libnanê beriya êrişên Hîzbûllahê bigire, herwiha eşkere kir ku daxuyaniya Serokwezîrê Libnanê Seed Harîrî di bin gefan de îstîfa kiriye jî bi armanca ‘Parçekirina Libnanê’ hatiye dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu