NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê sûrî: Hemî komên çekdar têrorîst in

Wezîrê ragihandinê yê Sûriyê dibêje ku hemî komên çekdar li vî welatî têrorîst in.

Li gorî rapora roja îniyê ya kanala têlêvîziyoniya Meyadîna Libnanê, Mihemed Ramiz Tercuman wezîrê ragihandinê yê Sûriyê bal kişande ser viya ku hemî komên hazir li vî welatî têrorîst in û got: Amerîka ji ber siyasetên xwe yên stratijîk êrîşî ser baregeghên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê nake.

Mihemed Ramiz Tercuman wezîrê ragihandinê yê Sûriyê tevî rexneya ji kiryarên Amerîkayê li warê qeyrana li Sûriyê her viha got: Waşîngton dixwaze Sûriyê parçe bike û bike hikûmeteke lawaz.

Mihemed Ramiz Tercuman wezîrê ragihandinê yê Sûriyê destnîşan kir: Dewleta Amerîkayê li dû peydakirina rêkareke siyasî ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê nine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu