Wezîrê Tendirustiyê û Perwerdehiya Dixtoriyê yê Îranê seyd Hesen Qazîzade Haşimî ku serdana Îslamabadê paytexta Pakistanê kiriye li hevpeyvîna bi nûçegihanan re desnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê roleke aktîv li Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û li belavkirin û rewacdayîna tendirustî û dermankirinê li navçê dilîze û got: Li vê rûniştinê de em ê destkevtên Komara Îslamî ya Îranê li çarçova projeya Geşepêdana saxlemî û tendirustiyê û bernameyên din ên dewleta Îranê li warê tendirustiyê raber bikin.
Rûniştina 64`an a Komîteya Navça Rojhilata Behra Sipî ya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ji 9 heya 12 Cotmehê li Îslamabata paytexta Pakistanê bi rê ve diçe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)