AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê Tenduristiyê yê tirk: 14 wendayên me hene

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Ahmet Demircan derbarê operasyona li dijî Efrînê de axivî û diyar kir ku 130 leşker birîndar bûne. Demircan got 14 wendahiyê wan hene, “3 jê leşkerên me ne, 11 jî endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) ne.”

Demircan leşkerên birîndar ên li Nexweşxaneya Gulhane ya Perwerdehî û Lêkolînan (GATA) ziyaret kir û da zanîn ku leşkeran ku birîna wan girane tune ne.

Wezîrê Tenduristiyê Demircan derbarê hejmara birîndaran da agahî dan û teqez kir ku ji 130 birîndarî 82 ji nexweşxaneyê derketine.

Demircan diyar kir ku di opersayonan de 14 leşkerên wenda hene, “ji vana 3 jê leşkerên me ne, 11 jî endamên ASAyê ne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu