Hevgavê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa dagirbûyî, eskerên siyonîst herîkêm 50 filistînî bi derba gullan şehîd kirin û zêdetir ji 2000 kes jî birîndar kirin.
Dewleta Emerîkayê roja duşemiyê li saya sersariya rêxistinên dawakarê mafên mirovan û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, balyozxana xwe ji Telavîvê guhest Qudsê.
Hevgavê vê bûyerê, xelkê Filistînê li Qudsê, kêleka rojavayî ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê, nerazîbûna xwe ji vê sibê destpê kirin.
Nîşangirên Rejîma Siyonîstî bi gulleyên cengê ber bi beşadrên xwenîaşndana îro li zîvala Gazayê gulle avêtin.
Li gorî raporan, eskerên îsraîlî her wiha bi gulleyên topê êriş kirin ser xwenîşanderên filistînî li rojhilata zîvala Gaazyê.
Cewad Ewd wezîrê tendrustiyê yê Filistînê bi daxûyniyekê ragahnd: Hejmara şehîd û birîndran li halê zêdebûnê ye.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di twîtera xwe de nivîsî: Hevgavê cinayeta îro ya rejîma siyonîstî, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê guhestina neqanûnî ya balyozxana Emerîkayê bo Qudsê cejn û şadiyê digire û hevpeymanên wî yên ereb jî raya giştî dixalifînin, îro roja rûreşiyê ye.
Rêxistina Efûya navneteweyî li raporekê raghand: Tiştê ku li zîvala Gazzyê di rojevê de ye, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye ku bi qasî cinayeteke cengê ye.