FilistînNûçeRojhilatanavin

Wezîrekî siyonîst: Îsraîl li hember Filistînê teslîm bû

Wezîrê perwerdeyê yê Rejîma Siyonîstî paşdevekişyana vê rejîmê ji tedbîrên ewlehiyê li mizgevta Eqsaê weke teslîmbûna Îsraîlê li hember Filistînê da zanîn.

Rejîma dagirkerê Qudsê îro raghand ku hemî tedbîrên ewlehiyê yên nû li derdora mizgevta Eqsayê rawestandine.

Li gorî rapora Fars ewsê, Neftalî Bint wezîrê hîndekarîyê û rêberê Partiya  Mala Cihûyan a Îsraîlê roja pênşemiyê got: Paşdevekişyana  kabîna Îsraîlê ji tedbîrên  ku li mizgevta El-Eqsayê hatibûn cihanînê, bûye sedema  lawazbûna Îsraîlê.

Wezîrê perwerdeyê yê Îsraîlê Bint ji wan kêm wezîran bû ku li nav civînên  kabîna  ewlehiyê ya Rejîma Siyonîstî li rojên derbasbûyî dijberê rakirina  gêytên  lêgerînê li derbasgehên mizgevta Eqsayê, dûrbîn û berbendên hesin bû.

Rejîma Siyonîstî ji 14 Tîrmehê ve piştî pevçûnên giran  li hemberî filistîniyan li mizgevta El-Eqsayê, kiryarên xwe yên serkutkirane zêde kirine ku ji wan  danîna berbendan  ser riya çûyîna filistîniyan  nav vê mizgevtê bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu