Wezîrê perwerdeyê yê Rejîma Siyonîstî paşdevekişyana vê rejîmê ji tedbîrên ewlehiyê li mizgevta Eqsaê weke teslîmbûna Îsraîlê li hember Filistînê da zanîn.
Rejîma dagirkerê Qudsê îro raghand ku hemî tedbîrên ewlehiyê yên nû li derdora mizgevta Eqsayê rawestandine.
Li gorî rapora Fars ewsê, Neftalî Bint wezîrê hîndekarîyê û rêberê Partiya Mala Cihûyan a Îsraîlê roja pênşemiyê got: Paşdevekişyana kabîna Îsraîlê ji tedbîrên ku li mizgevta El-Eqsayê hatibûn cihanînê, bûye sedema lawazbûna Îsraîlê.
Wezîrê perwerdeyê yê Îsraîlê Bint ji wan kêm wezîran bû ku li nav civînên kabîna ewlehiyê ya Rejîma Siyonîstî li rojên derbasbûyî dijberê rakirina gêytên lêgerînê li derbasgehên mizgevta Eqsayê, dûrbîn û berbendên hesin bû.
Rejîma Siyonîstî ji 14 Tîrmehê ve piştî pevçûnên giran li hemberî filistîniyan li mizgevta El-Eqsayê, kiryarên xwe yên serkutkirane zêde kirine ku ji wan danîna berbendan ser riya çûyîna filistîniyan nav vê mizgevtê bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).