ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrên derve yên Rusya, Komara Islamî ya Îranê û Komara Erebî ya Suriyê li paytexta Rusyayê Moskow civiyan

Wezîrên derve yên Rusya, Komara Islamî ya Îranê û Komara Erebî ya Suriyê li paytexta Rusyayê Moskow civiyan û babetên girîng di rojeva wan de girtin dest.

Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov diyarkir ku “ger carek din Amerika êrîşî Suriye bike, dê encamên gelek giran hebe”.

Di presskonferansa her sê wezîran de hate destnîşankirin “Rusya, Suriye û Iran di wê baweriyê de ne ku, Amerika dive rêzê li desthilata Suriye bigre. Herweha êrîşa bi ser Suriye wekî êrîşek bê berpirsiyaran e û binpêkirina huquqa navnetewetî” binav kirin.

Piştî êrîşa Amerikayê ya 7ê Nîsanê bi ser binkeya serbazî ya Şîerat li Suriye Wezîrên derve yên Suriye Welid Muellim, yê Îranê Cewad Zerîf û yê Rusyayê Sergey Lavrov, ev civîna sêalî lidarxistin û nêzîkahiya xwe diyar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu