ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê bi telefonê axivîn

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê vî welatî Mihemed Elî Hekîm û Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed cewad Zerîf bi rêya telefonê gotûbêj kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehhaf ragihand ku Mihemed Elî Hekîm û Mihemed cewad Zerîf şeva çûyî di gotûbêjeke telefonî de derbarê peywendîyên dualî û alûgurên herî dawîyê yên herêmê axivîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê herwiha got: Her du alîyan herwiha têkildarî seredana hefteya bê ya Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî bo Iraqê qise kirin.

Biryar e ku Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî Duşema hefteya bê seredana Iraqê bike.

Başa dön tuşu