AborîEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrên karên derve yên Îran û Nîcerê ser berfirehkirina peywendiyên dualî li warên curbicur ji wan aborî û siyasî tekez kirin

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê li hevdîtina Îbrahîm Bakoba wezîrê karên derve yê Nîcerê li Têhranê bal kişand ser viyana siyasî ya Îranê jibo berfirehkirina  peywendiyan tev  welatên parezemîna  Efrîqayê bitaybet welatê misilman ê Nîcerê û got her du welat dikarin li warên  curbicur hevkariyên nêzîk hebin û Têhran amade ye   peywendî û hevkariyên dualî tev Nîcerê xurt û berfireh bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê wiha da zanînê  her du welat beşkeke berfireh a hevkariyan li warên aborî bitaybet li warê binavahiyan, veguhestin, danûstandinên bankî, cotkarî, maden, enerjî û befirehkirina  xebitandina sermayê pêşberî xwe de hene ku lidarxistina  komîsyona  hevpar a du welatan di pêşeroja nêzîk de dikare  alîkariyê bike bo naskirina zirûfên  hevkariya navbera her du welatan.

Wezîrê karên derve yê Komara Nîcerê ku bi taximeke re sefera Têhranê kiriye jî li vê hevdîtinê bal kişand ser rola û giringiya Komara Îslamî ya Îranê li navçê û cîhanê û maadetiya  welatê xwe jibo berfirehkirina  zêdetir a peywendiyan  tev Komara Îslamî ya Îranê ragihand.

Îbrahîm  Bakoba bal kişands er amadetiya Niyamiyê jibo vekirina  balyozxana  Nîcerê li Têhranê û xwest ku komîsyona  hevpar a aborî ya Îran û Nîcerê bi zûtirkê were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu