Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê li hevdîtina Îbrahîm Bakoba wezîrê karên derve yê Nîcerê li Têhranê bal kişand ser viyana siyasî ya Îranê jibo berfirehkirina peywendiyan tev welatên parezemîna Efrîqayê bitaybet welatê misilman ê Nîcerê û got her du welat dikarin li warên curbicur hevkariyên nêzîk hebin û Têhran amade ye peywendî û hevkariyên dualî tev Nîcerê xurt û berfireh bike.
Wezîrê karên derve yê Îranê wiha da zanînê her du welat beşkeke berfireh a hevkariyan li warên aborî bitaybet li warê binavahiyan, veguhestin, danûstandinên bankî, cotkarî, maden, enerjî û befirehkirina xebitandina sermayê pêşberî xwe de hene ku lidarxistina komîsyona hevpar a du welatan di pêşeroja nêzîk de dikare alîkariyê bike bo naskirina zirûfên hevkariya navbera her du welatan.
Wezîrê karên derve yê Komara Nîcerê ku bi taximeke re sefera Têhranê kiriye jî li vê hevdîtinê bal kişand ser rola û giringiya Komara Îslamî ya Îranê li navçê û cîhanê û maadetiya welatê xwe jibo berfirehkirina zêdetir a peywendiyan tev Komara Îslamî ya Îranê ragihand.
Îbrahîm Bakoba bal kişands er amadetiya Niyamiyê jibo vekirina balyozxana Nîcerê li Têhranê û xwest ku komîsyona hevpar a aborî ya Îran û Nîcerê bi zûtirkê were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)