ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê li Têhranê bi hev re hevdîtin pêk anîn

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku li serokatiya taximeka siyasî seredana Têhranê kiriye, roja çarşemiyê bi wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê û Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, li ser rêyên curbicur ên xurtkirina pêwendiyên dualî bi taybet li pişkên aborî û çandî, gotûbêj kirin.

Gotûbêja li ser rewşa navçê ji wan şopandina encamên civîna vê dawiyê ya li Sûçiya Rûsyê li ser Sûriyê, ji mêhwera din a gotûbêja di navbera wezîrêln karên derve yên Îran û Tirkiyê de bû.

Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, biryar e li vê seferê bi Hesen Ruhanî, serokê Komara îslamiya Îranê re jî hevdîtin pêk bîne û bi wî re gotûbêjê bike.

Başa dön tuşu