IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê ji doh ve herî kêm 12 polîsên ‘Hesebe’ û leşkerên ‘Navenda Serbazî’ yên sunnî li başûrê Mûsilê kuştine

Terorîstên DAIŞê piştî dorpêçkirin û kontrolkirina beşek ji Tileferê ji aliyê hêzên Iraqî ve, dest bi kuştinan kir.

Serbazekî leşkerî yê Iraqê ku nexwestiye navê xwe bêje ragihandiye, piştî kontrolkirina balafirxaneya Tileferê ji aliyê hêzên Heşdî Şabî ve, DAIŞê dest bi girtina dezgeh û saziyên xwe yên li bajêr kiriye.

Serbazê leşkerî eşkere kir ku DAIŞê ji doh ve herî kêm 12 polîsên ‘Hesebe’ û leşkerên ‘Navenda Serbazî’ yên sunnî li başûrê Mûsilê kuştine.

DAIŞê gelê sivîl neçar kirine çek hildin û ew li nav bajarê Tileferê belav kirine ji bo berevaniyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu