ÎranNûçeRojhilatanavin

Têkçûna tu tîmên xirabker ên dijî Înqilabê bi desê hêzên Sipahê û wezareta Îtileatê

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, ragihand: Sipah û koma hêzên çekdar û hêzên wezareta Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) yên Îranê, li ser çalakiya komên terorîst ku bi giştî ser bi servîsên biyanî ne, serdestî û çavdêriya tam hene.

Li gorî rapora IRNA`yê, serdar Şerîf li bersivai pirsekê li ser berpirsyariya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya li hember komên terorîst û dijî Înqilabê li navçeya bakûrê rojava û başûrê rojhilatê welêt got: Li mijara ewlehiya bakûrê rojava û başûrê rojhilata welêt û li demeka dûr başûrê welêt û navçeya Xûzistanê hin pirsgirêkên me hebûne ku koka wan wedigere dema destpêka Înqilabê. Wî berdewam kir: Li 38 yan 39 salên buhurî em hertim bi diyardeya bêewlehiya li navçeyên sînorî re rûbirû bûne, yanî  pevçûnên Kurdistanê yên li salên destpêka Înqilabê û pevçûnên ku li navçeyên Sîstan û Belûçistan û Xûzistan qewimîne, li bîra we ye. Berpirsê peywendiyên giştî yên Siaphê, got: Amerîkî wisan difikirin ku bi handana qewm û kêmîneyên mezhebî yên ku beşeke wan li aliyê din a sînoran e, dikarin bi yekkirina wan û federalî û xweserî û herwiha pêkanîna pirsgirêkên ewlehiyê, derbe li hikûmeta navendî ya Komara Îslamiya Îranê lêxiînin.

Wî herwiha got, xala ku li ser bawera min pirr girîng e, eva ye ku divê em vê dîrokê bînin bîra nivşa îro ya welêt ku Komele û Demokrat, pirr salan li dewrana berevaniya pîroz, hema li van bajarên curbicur ên Kurdistana me hebûn û gellek kes ji hêzên leşkerî û xelkê piştevanê Înqilaba Îslamî kuştin û di rastiyê de dosiyeya wan li cem xelkê Kurdistanê, dosiyeyeka tam zelal e.

Serdar Şerîf got: Komên dijî Înqilabê, tu pêgeh û cîgehekî xwe li nav raya giştî ya xelkê navçeyên hane tunene û tiştê ku li van salên dawiyê qewimiye bi taybet van tevgerên terorîstan li Sûriyê û Iraqê û têkçûna wan, bûne sedem ku welatên piştgirên wan wisan bifikirin ku ev hemî serketinên bereya Sûriyê û bereya Iraqê bona şêwirîn û piştgîriyên Komara Îslamiya Îranê ne.

Wî herwiha got: Hûn dibînin ku koma terorîst a ku xelkê Îranê herî zêde nefret lê dike, koma Minafiqan e ku hewl da komên terorîst ên wek Komele û Demokrata berê bi sozên pûç neçar bike ku li hember Komara îslamiya Îranê bisekinin ku ji ber agehdarbûn û destkevtên hêzên me yên çekdar li hember komên dijî Înqilabê û nebûna pêgeha wan a di nava xelkê de, we dît ku du tîmên 12 û 16 kesî ji Demokratan jibo operasyona xirabkariyê derbasî welêt bûn ku her tîmek ji aliyê hêza bejahî ya Sipahê û wezareta ewlehiyê, berî ku her cure karekî berbiçav bike, têk çûn.

Serdar Şerîf destnîşan kir, Sipah ji ber ku ji berê va van komana dinasî, berî pevçûnên li Sûriyê, me karî bi dayîna 35 heya 40 şehîdên ji hêzên herî baş ên Sipahê, navçeya Casûsan û navçeya Qendîlê ku cihê sereke yê bicihbûna van komane bûn, van navçeyana ji destê wan bistînin.

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, herwiha got: Eger hûn niha herine Pîranşehrê, hûn wê bibînin ku ewlehiya vî bajarî yan Mihabadê bi ewlehiya Têhranê re cida nîne û hema di asteka ewlehiyê da ne ku eva ji ber agehdar û baldarbûna ji hêla istixbaratî, pêşbînîkirina deqîq û bicihbûna hêzên xwecî û hêzên çekdar ên bi tecrûbe ye ku karîne ewlehiyê pêk bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu