ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrên niftê yên Îran û Erebistanê li Viyenê civîyan

Wezîrê niftê yê Komara Islamî ya Îranê û wezîrê enerjîyê yê Erebistana Siûdîyê îro berî destpêbûna civîna Sazîya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) li Vîyenê hevdîtin pêk anîn û têkildarî alûgurên herî dawîyê yên vê sazîyê û bazara niftê axivîn.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, hevdîtina wezîrê niftê yê Îranê û wezîrê enerjîyê yê Erebistanê li halekî pêk hat ku Rûsîye û Erebistanê berî vîya ragihandine ku dixwazin li civîna îro ya OPEC`ê pêşnîyara jordabirina asta derxistina niftê ji destpêka Tîrmeha sala 2018`an ve, hilêxin ku li gorî wê asta berhemanîna niftê ya OPEC`ê û hevpeymanên derveyî vê sazîyê ji wê rojê ve 500 hezar heta milyonek û 500 hezar bermîl di rojê de were zêdekirinê.

Îran, Vênêzoêla û Iraq li dijî vê pêşnîyarê ne û Têhranê ragihandîye ku dê bi piştgirîya Bexda û Karakasê mafê Vêtoyê li hemberî vê pêşnîyarê bi kar bîne.

174`emîn civîna wezîrên niftê yên welatên endamê OPEC`ê bi pişkdarîya 14 endaman îro yê li avahîya nivîsgeha vê sazîyê li Viyenê destpê bibe.

Başa dön tuşu