NûçeAborîCîhanÎranRojhilatanavin

Wezîrên petrolê yên Îran û Venezûelayê civiyan

Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Ovcî û Wezîrê Petrolê yê Venezûelayê Tariq Essami bi telefonê axivîn.

Di vê pêwendiya telefonî de, pêşxistina hevkariyên hevbeş di navbera her du welatan de di warê enerjiyê de û pêşhatên herî dawî yên bazara cîhanî ya petrolê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ovcî di meha Gulanê de ji bo serdana tesîsên petrolê yên Venezuelayê û îmzekirina peymanên enerjiyê bike çûbû Karakasê.

Wezîrê niftê yê Îranê Cewad Ovcî di meha cotmehê de ragihandibû ku yekem parzûngeha deryayî ya bi navê “El Palito” li Venezuelayê hatiye vekirin û 100 hezar bermîl petrola xav ji zeviyên wî welatî li vê parzûngehê hatiye parzûnkirin.

Venezûelaya ku endamê Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) di salên dawî de ji ber mueyîdeyên Amerîkayê hilberîna petrolê kêm kir.

Başa dön tuşu