ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Bereya berxwedanê, Şam û Beyrût ji şerê DAIŞ`ê rizgar kir

Mişêwirê rêberê giraqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî got: Ger alîkariya berxwedana Îslamî û bereya berxwedanê neba, îro rojê Bexda, Şam û Beyrût di lepê komên terorîstî yên mîna DAIŞ`ê de bûn.

 Elî Ekber Wilayetî, roja pênşemiyê li civîna  rêzgirtina  dehemîn  salvegera şehadeta  Îmad Moxniye ji fermandên  eskerî yên Hizbullaha Lubnanê li Têhranê got: “Peywendiya  navbera Îranê û cîhana  Îslamê peywedniya  mêjûya Îslamê ye û  avabûna  desthilatdariya  Sefeqwiyan li Îranê wek  pêkhêner û  pênasekirê howiyet û pênaseya  îranî ser mêhwera ehlê Beytê (S) ji aliyê lubnaniyan  cih hat”.

Mişêwirê rêberê giraqedr ê Inqilaba  Îslamî li karûbarên navneteweyî peywendiya  navbera peyriwên  ehlê Beytê (S) li Îranê û navçê, peywendiyeka  dîrokî da zanîn û got:  “Her wek ku xaçperest  li Filistînî işkst xwarin bi hezkirian xwedê işkesta îsraîliyan jî li Filistînê dê cih were”.

Elî Ekber Wilayetî teqez kir:  “Em hêvî dikin ofeya bi talûke ya Rejîma Siyonîstî û koka wê  bi zûtirkê were qelandinê”.

Îmad Muxniye nasiyar bi Hac Rizwan  ji fermandên  eskerî yên Hizbullaha Lubnanê bû ku li 12ê Sibata 2008`an  li Şama Sûriyê li operasyona terorîstî ji aliyê endamên Rêxistina sîxoriyê ya  Mosadê hat şehîdkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu