Serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina berjewendiyên nizama Îranê, beşdariya berfireh a gel li hilbijartinê, sedema bêencambûna komployên dijminan da zanîn.
Elîekber Wilayetî, serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina berjewendiyên nizama Îranê, roja îniyê piştî beşdariya li duwazdehemîn dora hilbijartina serokkomariyê û pêncemîn dora hilbijartinên encumenên Îslamî yên gund û bajêran, nav koma nûçegihanan, serketiyê dawiyê yê hilbijartinê gelê Îranê da aznîn û got: “Hilbijartin, sedema yekitî û nîşana îqtidara nizamê û welêt e û bi beşdariya berfireh a gel, riya ronî û nûranî ya Îrana Îslamî dê bidome“.
Wilayetî her wiha got: “Nizama demokrasiya olî li Komara Îslamî ay Îranê, bi piştîvaniya gel, hemî armanc pêşde birine“.
Duwazdehemîn dora hilbijartinên serokkomariya Îranê, hevgavê pêncemîn dora hilbijartinên Konseyên Îslamî yên gund û bajêran, îro îniyê li Îranê destpê bû.
Seyd Îbrahîm Reîsî Sadat, Hesen Rûhanî, Mistefa Aqamîrselîm û Mustea Haşimî Teba, çar berbijarên duwazdehemîn dora hilbijartinên serokkomariya Îranê ne ku îro îniyê li hilbijartinê hevrikiyê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)