Wilayetî: Celal Talibanî roleke bêmînak li Yekitiya Iraqê hebû
Mişêwirê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî li peyama serxweşiyê bi muansibeta wefata Celal Talebanî serokkomarê berê yê Iraqê ser rola bêmînak a wî li pêkanîna yekitiyê û hevgirtina Iarqê teqez kir.
Elî Ekber Wilayetî roja pênşemiyê li peyamekê tevî dayîan sersaxiyê jibo wefata Celal Tlebanî li gel û berpisrên Iraqê, li înstagrama xwe de nivîsî: Talibanî li serdema rawestana li ber rejîma dîktatoriya Sedam û piştî wê li rêveberiya bilind a Iraqê, roleke bêhempa li pêkanîna yekitî û hevgirtina hemî qewm û komên vî welatî hebû û li warê xurtkirina peywendiyên navbera Îran û Iraqê roleke giring hebû.
Mişêwirê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî teqz kir: Celal Talebanî li warên curbicure navçeyî û navneteweyî li riya berjewendiyên neteweyî yên Iraqê û bidestxistina armancên geşatiya vî welatî piştî sernixûnkirina Sedam pêngav rakir.
Wilayetî destnîşan kir: Talibanî dijberê her cure kiryarên bêtifaqiyê, cidayîxwaziyê û lawazkirina vî welatî li navçê bû.
Celal Talibanî dawiya sala 2012`an piştî celteya mejiyê berê xwe da Almanyayê û piştî 19 mehan vegerya Herêma Kurdistana Iraqê ûs erê axir midehek berî niha ji ber xerabûna rewşa wî ya fîzîkî cardinê hat guhestin bo Almanyayê û roja sêşemiyê li temenê 84 saliya xwe çû ber dilovaniyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)