CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Emerîka li bara rola sipahê pasdaran li navçê agehdar e

Elî Ekber Wilayetî roja yekşemiyê li bara boykotên  Emerîkayê li dijî Îranê û hin gotinên rayedarên vî welatî li dijî sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî got: Emerîka ji destpêka Inqilaba Îslamî ya Îranê li sala 1979`an heya niha  her cure dijmiantiyek di gel Komara Îslamî ya Îranê kiriye.

Şêwirmendê rêberê giranqerd ê Inqilaba Îslamî li karûbarên  navneteweyî bal kişand ser vê yekê ku  sipahê pasdarên  parêzvanê Inqilaba Îslamî, Komara Îslamî ya Îranê û qanûna bingehîn bûye û erkekek giran ser milê xwe heye û destnîşan kir: Sipahê pasdaran di partîkê de heya niha  gelek xeter ji Komara Îslamî ya Îranê bi berevaniya  hişmendane dûr kirine.

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Elî Ekber Wilayetî her wiha bal kişand ser alîkariyên  misteşarî yên Sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî boSûriyê û Iraqê û destnîşan kir: Ger alîkariyên  misteşarî yê sipahê pasdaran neba dewsa hikûmetên  niha yên  di van welatana  da ku bi dengê gelê rabûne,  kirêgirtiyên Emerîkayê yanê koma terorîstî ya DAIŞê li Bexdayê û Şamê serdest dibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu