Elî Ekber Wilayetî roja yekşemiyê li bara boykotên Emerîkayê li dijî Îranê û hin gotinên rayedarên vî welatî li dijî sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî got: Emerîka ji destpêka Inqilaba Îslamî ya Îranê li sala 1979`an heya niha her cure dijmiantiyek di gel Komara Îslamî ya Îranê kiriye.
Şêwirmendê rêberê giranqerd ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî bal kişand ser vê yekê ku sipahê pasdarên parêzvanê Inqilaba Îslamî, Komara Îslamî ya Îranê û qanûna bingehîn bûye û erkekek giran ser milê xwe heye û destnîşan kir: Sipahê pasdaran di partîkê de heya niha gelek xeter ji Komara Îslamî ya Îranê bi berevaniya hişmendane dûr kirine.
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Elî Ekber Wilayetî her wiha bal kişand ser alîkariyên misteşarî yên Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî boSûriyê û Iraqê û destnîşan kir: Ger alîkariyên misteşarî yê sipahê pasdaran neba dewsa hikûmetên niha yên di van welatana da ku bi dengê gelê rabûne, kirêgirtiyên Emerîkayê yanê koma terorîstî ya DAIŞê li Bexdayê û Şamê serdest dibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)