ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Gel û dewleta Iraqê li hemberî terorîstan serkevtî ne

erokê navenda lêkolînên stratejîk ya Civata Diyarkirina Xêr û Kara Nizama Îranê desnîşan kir: Gel û dewleta Iraqê li hemberî terorîstan serkevtî ne.

Serokê navenda lêkolînên stratejîk ya Civata Diyarkirina Xêr û Kara Nizama Îranê Elî Ekber Wilayetî roja sêşemê li hevdîtina alîkarê yekem yê serokomarê Iraqê Nûrî Malikî li Tehranê de êrişên vê dawiyê li Bexdayê şermezar kirin û got: Hewldanên qirêj ên dijminan nagihêjin ti encamekê û serkevtiyê sereke dewlet û netewê Iraqê ye.

Wilayetî li bara azadbûna Helebê li bakûra Sûriyê jî got: Azadiya Helebê ne tenê serkevtinek bû ji sûriyan re belkî ew serketina Iraq û Îranê û berxwedanê jî tê hesabê û bi van zûtiyan jî wê Mûsil ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê  li bakûra Iraqê were azadkirin.

Alîkarê yekem yê serokomarê Iraqê Nûrî Malikî jî got: Bereya berxwedanê tevî astengî û pirsgirêkên zav, şukra Xwedê hertim serkevtî bûye û li hemberî vê yekê bereya dijminan jî li qadên siyasî û leşkerî û yên din rastî şikestên giran hatiye.

Alîkarê yekem yê serokomarê Iraqê Nûrî Malik şemiyê êvarê ji bo gotûbêja bi rayedarên îranî gihêşte Tehranê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu