ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Îran bi gefa Amerîkayê ji Sûriyê dernakeve

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navnetewî, bi pêgiriya li ser vê yekê ku wê hebûna Îran û Rûsyê li welatê Sûriyê berdewam be, got: Îran bi gefxwerinên Amerîka û Rejîma Siyonîst, dê ji Sûriyê dernekeve.

Elî Ekber Wilayetî, roja îniyê li ramangeha Valday (Valdai) a Rûsyê li Moskowayê, herwiha got: Eger Îran û Rûsye ji Sûriyê derkevin, wê careka din terorîst li ser vî welatî serdest bibin û ev hebûna garantorê dubarenebûna çalakiyên terorstan li Sûriyê ye.

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navnetewî, destnîşan kir: Misteşarên leşkerî yên Îranê li Sûriye û Iraqê, li ser daxwaza dewletên wan û bi awayekî qanûnî li van welatan hene.

Wilayetî bal kişand ser vê yekê ku hez nake bi Amerîkayê re muzakirê bike ji ber ku baweriya wî bi vî welatî re tuneye û got: Îran wê nehêle ku Sûriye jî wek Lîbiyê parçe bibe û wê alîkariya Sûriyê bike ku li hember destdirêjiyên Amerîkayê bisekine.

Wî armanca xwesteka Amerîkayê ji Îranê ji bo derketina ji Sûriyê, derbelêdana li yekîtiya Moskowa û Têhranê da zanîn û destnîşan kir: Îran, Sûrye, Rûsye û Hizbulaha Libnanê, kiryarên xwe yên li Sûriyê bi hev re hevaheng dikin.

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navnetewî, herwiha li bara fermana serokomarê Amerîkayê ji bo vegerandina boykotên dijî Îranê, got: Şêwirînên Îranê bi Rûsye û Çînê li ser Lihevkirina Navokî berdewam in û eger berjewendiyên aborî yên Îranê dabîn nebin, Têhran tu hegerek ji bo mayîna li vê hevhatinê tuneye.

Wilayetî bal kişand ser gefa Trump a li ser girtina pêşiya firotina nifta Îranê ji Kendava Farsê jî û got: Îran tu berbendekê ku neyê rakirin ji bo firotina nifta xwe li ber xwe nabîne û eger Îran nekaribe nifta xwe ji Kendava Farsê bo welatên din bişîne, tu kesek din jî nikare vî karî bike.

Başa dön tuşu