IraqNûçeRojhilatanavin

Dest li ser binkeyê ragehandina DAIŞê û hin belgeyan de hat girtin

Şaneya ragehandina leşkerî ya artêşa Iraqê ragehand, îro 14.12.2016ê dest li ser binkeyê bernameya peyvendî û çapemeniya DAIŞê ya li bajarê Mûsilê de girt.

Şaneya çapemeniya şer di daxuyaniyekê de belav kir, rêveberiya istixbarata leşkerî bi hemahengiya li gel istixbarata firqeya 16ê ya navçeya Şelalatê, nêzîk akademiya polîs dest li ser binkeyê peyvendî û bername û çapemeniya ser bi DAIŞê de girt.

Di daxuyaniyê de amaje bi vê yekê hate kirin ku di binkeyê DAIŞê de gelek ekran ango şaşeyên çavdêriya gundên bakûr û xeta berevaniya Mûsilê hatin desteser kirin, herwaha di odeya peyvendiyan de heşt rawestgehên di nav wesayîtan, amûrê peyvendiyê (50 dane) amûrê bangevaziyê (3 dane), amûrên bê têl ên Motorola (20 dane) amûrê bêtêla ITT(8 dane) û du compîter û li gel gelek belgeyan hatin girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu