ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Îran hêza navçeyî û bibandor a navnetewî ye

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li karên navnetewî got: Potansîyelên niha yên inqilaba islamî, Komara Islamî ya Îranê kirine hêza yekem a navçê û bibandor li qada navnetewî.

Elîekber Wilayetî li kombûna “inqilaba islamî, alûgurên navçê û pêşerojê“ li bajarê Qumê li başûra Têhranê herwiha got: Îranê bi parastina hêza xwe ya navçeyî û bi têkbirina dijminan, nehêla koma têrorîst a DAIŞ`ê êrişê bike û têkeve.

Wilayetî hêza navçeyî ya Îranê encama peyrewîya ji ehli beytê (S) zanî û got: Berxwedana Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî, Fatêmîyûn, Hêyderîyûn û Zêynebîyûnê li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê jî bi hegera peyrevîya ji ehli beytê (S) bû.

Rawêjkarê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li karên navnetewî bal kişand ser rola mêhwerî ya Îranê û koma Heşdi Şeibî li Iraq û Sûrîyê û got: Îran ji bo berevanîya ji berjewendîyan û girtina pêşîya komên têrorîst û Rêjîma Sîyonîst li navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu