ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Îran, pişta yekperçetiya axa Iraqê digre

Endamê Civata Kifşkirina Xêr û kara Nizamê, li ser piştgîriya Komara îslamiya Îranê ji yekperçetiya axa Iraqê pêgîrî kir û got: Têhran, dijî her cure hereketekî çi agahane û çû jî ne agahane ya jibo cidakirina pişkek ji Iraqê yan her welatekî din li navçê ye.

Elî Ekber Wilayetî, endamê Civata Kifşkirina Xêr û kara Nizamê, li ser piştgîriya Komara îslamiya Îranê, roja şemiyê li koma nûçegîhanan li Têhranê, bal kişand ser lidarxistina muhtemel a giştpirsiya cidabûnê ya li Herêma Kurdistana Iraqê û got: Eger ku parçekirin li navçê dest pê bibe, wê dawiya wê neyê û bêguman serdestîxwez û koledar û bi taybet Amerîka û Rejîma Siyonîst wê sûd jê wergirin.

Wilayetî bal kişand ser vê yekê ku Îran hevgirtiyê Iraqê ya stratêjîk e û her çiya ku dewleta qanûnî ya vî welatî bixweze qebûl dike û herwiha got: Dewletên navçê, Yekîtiya Ereban û welatên îslamî, dijî her cure parçekirina li navçê ne, ji ber ku ev yeka ewlehiyê lawaz dike û têk dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu