ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Kiryara li dijî îranî ya Senaya Emerîkayê li dijî rêketinnama navokî ye

Serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê got : Kiryara Senaya Emerîkayê li kivşkirina dubare ya boykotên li dijî Îranê berûvajiya rih û nijyara rêketinnama navokî ye.

Li denggirtina roja pênşemiyê ya Senaya Emerîkayê ji sercem 100 nunerên hazir, 98 kesan dengê erê dane plana boykotên  nû li dijî Îranê. Pêşnumaya  boykotên  nû li dijî Îranê jibo wek qanûnbûnê divê ji aliyê parlemana  nunerên Emerîkayê  were pejirandin û ji aliyê Donald Trump serokkomarê vî welatî were wajokirin.

Li gorî rapora roja pênşemiyê ya IRIB Newsê, Elî Ekber Wilayetî serokê navenda lêkolînên  stratejîk  ê civata  kivşkirina mesilheta nizamê û endamê taxima îranî taybetî çavdêriya ser rêketinnama navokî ev meseleya hilkoland û dê bersiveke pêkan bide cihanîna  boykotên  Emerîkayê.

Wilayetî kivşkirina  dubare ya boykotan  li dijî Îarnê ji aliyê Emerîkayê bi armanca  cebirandina  işkestên  Waşengtonê li navçê da zanîn û got : Bi işkestên  berdewam ku Emerîkayê li welatên Iraq û Sûriyê ji Komara Îslamî ya Îranê xwariye hewl dide ku  bi cihanîna  boykotan van işkestan binuxumîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu