ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Muherem derfetek jibo hînbûna dersê ji nirxên mezin ên Aşûrayê ye

Elî Ekber Wilayetî serokê navenda lêkolînên stratejîk ên civata kivşkirina mesilheta Nizama Îranê li tora civakî ya Înstagramê bal kişand ser hatina  heyamê Muheremê û nivîsî: Ev heyamê nûranî derfetek jibo hînbûna dersê ji nirxên  mezin ên Aşûrayê ye ku divê  li wan kûr bibin û ser wan bifkirin û ji wan nirxan parastina olê, mayîndebûna li riya xwedê, berxwedan, îsar, fîdakarî û cihanîna soz û qiraran in ku divê werin berçavgiritn.

Wilayetî li dewama nivîsara xwe tevî serxweşiya heyamê tazîdariya hezretê Îmam Huseyn(s), îmamê sisiyan ê şîeyan  bi tazîdarên huseynî gotiye: Îrana Îslamî reşpoşê  Muheremekê ye ku mekteba çêkirina  mirovan û sedema mayîndebûn û beqaya Îslam û olê ye û pêdivî ye xêncî tazîdariyê bala xwe bidin ser xem û kulê derûnî jî ku bikaribin jibo nêîzkbûna  zêdetir li xwedê û ehlê Beyt(S) vê derfetê bi kar bînin û li riya  geşatî û tealiyê pêngavan rakin. Roja duşemiyê 3 Cotmeha 2016an  Yekê Muhreme Ul-Heram û destpêka sala 1438ê H.Q bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu