Elî Ekber Wilayetî serokê navenda lêkolînên stratejîk ên civata kivşkirina mesilheta Nizama Îranê li tora civakî ya Înstagramê bal kişand ser hatina heyamê Muheremê û nivîsî: Ev heyamê nûranî derfetek jibo hînbûna dersê ji nirxên mezin ên Aşûrayê ye ku divê li wan kûr bibin û ser wan bifkirin û ji wan nirxan parastina olê, mayîndebûna li riya xwedê, berxwedan, îsar, fîdakarî û cihanîna soz û qiraran in ku divê werin berçavgiritn.
Wilayetî li dewama nivîsara xwe tevî serxweşiya heyamê tazîdariya hezretê Îmam Huseyn(s), îmamê sisiyan ê şîeyan bi tazîdarên huseynî gotiye: Îrana Îslamî reşpoşê Muheremekê ye ku mekteba çêkirina mirovan û sedema mayîndebûn û beqaya Îslam û olê ye û pêdivî ye xêncî tazîdariyê bala xwe bidin ser xem û kulê derûnî jî ku bikaribin jibo nêîzkbûna zêdetir li xwedê û ehlê Beyt(S) vê derfetê bi kar bînin û li riya geşatî û tealiyê pêngavan rakin. Roja duşemiyê 3 Cotmeha 2016an Yekê Muhreme Ul-Heram û destpêka sala 1438ê H.Q bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)