ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Peyama civîna Hişyarîya Islamî serketina bi saya tifaqê ye

Sêkrêtêrê giştî yê Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî got: Amadebûna alimên sûne û şîe yên welatên curbicur li civîna Hişyarîya Islamî li Iraqê hevgavê opêrasyona azadkirina Mûsilê, peyama mezin a serketina bi saya tifaqê ye.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Elîekber Wilayetî sêkrêtêrê giştî yê Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî duh li merasima kutabûna nehemîn civîna konseya bilind a Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî li bajarê Bexdayê, tevî girtina qedrê seyîd Emar Hekîm serokê Hevalbendîya Netewî û Civata Bilind a Islamî ya Iraqê, jiber birêxistin û mazûvanîya vê civînê, got: Pişkdarîya 50 kes ji alim û kesayetîyên sune û şîe ji 22 welatên cehanê û nîqaşa ser meseleyên girîng ên cehana islamê ew jî li Iraqê tişteke baş û bimbarek e.

Seyîd Emar Hekîm jî li vê merasimê qedrê Komara Islamî ya Îranê nemaze rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî jiberpêngavên rakirî girt û Îran yek ji welatên girîng ên cehana islamê di çarçova tifaqa di navbera misilmanan da û piştgirîya ji mezlûman zanî.

Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî li gorî insîyatîfa hezretê ayetuêah ozma Xaminêyî, rêberê giranqedrê ê Inqilaba Islamî nêzî 6 salan berî niha pêk hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu