İslami Davet Kurdi Bange İslami

Wilayetî: Qaweta mûşekî û navçeyî ya Îranê tê parastin

Şêwirmendê navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî got: Bi koriya çavê Emerîkayê qaweta mûşekî û navçeyî y Îranê tê parastin û hêza mûşekî ya welêt li warên ku tu sînor û berbendên wan tine ne , tê xurtkirin.

Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, û endamê taxima  bilinda Îranî ya çavdêrê rêketina navokî, roja çarşemiyê li civîna  hilêxistina  gotin û helêwstên  rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bara  rêketina navokî li Têhranê, berhemanîn û  xebitandina  matorên  bi hêz ên navokî ji bo gemî û  jêrderyayiyên îranî, berhemanîna  îzotopa  mayînde, berhemanîna  UF6 û bikaranîna Kerbunê ji bo xurtkirina  hêza navokî ya Îranê bersivek li hember bê soziya Emerîkayê da zanîn û got:  Van kiryarên Îranê,  tu pirsgirêkê ji rêketina navokî re çê nakin û vê hevhatin binpê nakin.

Trump serokkomarê Amerîka  bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1  da ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ev rêketina îmza kiriye.

Di hemen demê de, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî,çarşemiya buhurî,23 Gulanê, raberkirina garantîkirina rastîn ji aliyê welatên ewrûpî ji bo dabînkirina  berjewendiyên  aboriyê yên Îranê tevî mudaxila  Emerîkayê, nesekinîna wan ser du  pîvanên  qawetê yanê bernama mûşekî û hizûra navçeyî ya Îranê , garantîkirina  kirîan nifta Îranê, garantîkirina  bankên  ewrûpî li bara  wergirtin û dayîna  diravên  ticareta dewletî û taybetî ya Îranê ji van şertên  Îranê ji bo dewama  rêketina navokî ya  ewrûpî xistin rojevê.

Endamê taxima pilebilind ê îranî  yê çavdêriya rêketina navokî her wiha bal kişand ser vê yekê ku armanca Emerîka û  welatên rojavayî ji rêketina  navokî ji navbirina  îqtidara Îranê bû û destnîşan kir: Divê ewrûpî garantiyê bidin ku  nifta Îranê dê bikrin û dê pirsgirêkên  bankî yên li encama  boykotên Emerîkayê çareser dikin.

Wilayetî bal kişand ser vê yekê ku  Emerîka divê ji navçê  derkeve û navçê bispêre xwediyên wê yên sereke û got: Tevî hebûna  konsûlgeriya herî mezin a  Emerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê ku bi armanca  parvekirina  vî welatî xebatê dike, hemî planên  Emerîkayê li navçê işkest xawrine û Îran mînak û pêşengê navçê ye.

Exit mobile version